Aşînahî

Bauman dibêye aşînahî dijminê zaninê ye. Ramanekê kûr û bi wate; mirov dema hinek li ser bînahiyê lêdikole mirov fehm dike. Ajalên nêçirvan dema dertên nêçirê xwe li nav pûş û çêreyê vedişêrin, bê hereket disekinin û çêrandin û hereketên nêçira xwe temaşe dikin. Di vê mînakê de bûyerekê fêrker heye. Nêçir tevdigere, hereket dike, berê wê, kêleka wê an pişta wê dikeve nêçirvan. Nêçirvan bir rengê xwe yê dişibe puş, bi sekna xwe ji hola bînahiyê radibe, di kurtedemek de tunne dibe. Nêçir obje ye, nêçirvan subje ye, nêçir lawaz e, nêçirvan xurt e, nêçir nezan e, nêçirvan zana ye... Û vê dîkotomiyê ji tersbûna halên wan dizê. Ewê ku hereketê dibîne, pê dihîse li ser difikire, fikr û  pêkaniya kirinê vedike. Ewê ku ji hereketê ne haydar e nezan e. Xezal aşinayê bêtevgerinê ye, şêr li benda derfetê ye. Li çavên şêr binêrin, ew li pêşiya serê şêr in, yên xezalê li kêleka ser in. Xwezayê wan li gor vê prensibê ava kirîye. Şêr rast e rast bi pencan xwe diavêje ser xezalê, xezal li aliyê din, pêwîste ku bizanibe ew ê penc ji kîjan alî were, loma hewce ye ku çar aliyê xwe bibîne. Û bi tevgerekê bê zeman, bi hereketekê xelet şêr bînahiya xezalê hişyar dike, wê dike zane, avantajê ji destê xwe difilitîne, ji ber ku wê xapa xwe xerab kir, ango aşînahiya xezalê. 

Gelo bi rastî jî vê meselê bi peyva Bauman re grêdayî ye? Li gor min, ji kok ve. Mirov dikare li ser xwe bi awayekî metaforî wek li ser şêr bifikire. Mînak, kesekî spekulatorê borsayê wek şêrekê ye. Li tevgera pêlên borsayê temaşe dike. Çiqas ji tevgerên derfetber hişyar be ewqas nêçirekê bi kar bidest dixe. An zanyarekî çiqas baş şopa çap û nivîsa gotar û pirtûkên beşa xwe bike, ewqas hemdem dimîne. Hişyariya wî/wê çiqas li ser objeya zanista wî/wê zêde be ewqas derfetên lêkolînên bi wate bidest dixe. Çiqas geriyabe ewqas hay ji kozmosa zanista xwe heye. Bi heman awayî fikir ji bona jiyana rojane jî derbasder e. Esnafek çiqas esnafî û muşterî dîtibe, bezirganek çiqas geriyabe, çiqas danûstan kiribe, karkerek li çiqas derên nû şuxilî be ewqas xwedî tecrube dibe. Û mirov, her kî dibe bila bibe, çiqas kêm temasê cihanê bike, ewqas wek kaxezek vala dimîne. 

Comments

Popular posts from this blog

Nelik/Kimlik Labirentleri

Aniha û Li Vî Derî

hovane, derînsanî ango xirabmalî