Aniha û Li Vî Derî
Cihan, Civak û Peywendîyên Navkesan
1.1 : Cihan, beriya her tiştî cihaneka neyeksan e. Bi gelemperî di bin bandora Pergala Sermayedarîyê (Capitalist System) de ye. Mirov, an faîl bi têkiliyên ne yeksan, di xalên cûda yên der û deman de ji hev cihê bi cîh bûne.
1.1.1 : Neyeksanî bi formên cûda xuya ne, lê tev bi hevdu re statu ya kesan diyar dikin. Her formeka neyeksanîyê bi formeka sermayeyê ve girêdayî ye. Formên sermayê kêm zêde wiha tên jimartin:
a) Sermayeya Aborî (Economic Capital)
b) Sermayeya Sosyal (Social Capital)
c) Sermayeya Şaneyî (Symbolic Capital)
d) Sermayeya Çandî (Cultural Capital)
Mînak zêde dibin. Tê karin ku bê gotin çavkaniya her neyeksanîyekê dibe ku bibe çavkaniya sermayeyekê. Xweşiktir bûn, tê karin ku bê gotin sermaye ya estetîk e, jîrtir bûn, tê karin ku bê gotin sermayeya neurolojîke e û hwd, ji ber ku ew bi rengên cuda be jî neyeksaniyan dixin navbera mirovan.
1.1.2 : Neyeksanî ya gelemper, ji neyeksaniya di belavkirina formên sermayeyê de dizê. Herwekî mirov, ku ew kesên xwedîsermaye ne, ne yeksan in û hiyerarşîk in, sermaye bi xwe jî ne yeksan xwedî bandor in û ew hiyerarşîk in.
1.1.3 Sermayeya herî bibandor û bihêz, bê guman ya aborî an ekonomîk e. Her cure û jimarên çavkanîyên maddî; zêr, pere, alafên hirberandinê, jimara hebûnên berbar û nebar, mayîn û tesarrufên mirovan tê karin ku bê gotin cureyên sermayeya aborî ne û di civakê de rasterast hêz pê bidest tê xistin.
1.1.4 : Sermayeya Sosyal, ew a ku bi têkilîyên civakî, civatî, nasî, partîzanî û hwd. tê bidestxistin e. Bi saya têkiliyan mirov rêyên sermayeya aborî vedike, û bi sermayeya aborî têkiliyan xurt dike. Sermayeya aborî û ya sosyal bi vî awayî sereke ne.
1.1.5 : Sermayeya Şaneyî bi hêsanî ji berfirehîya Navdarbûnê û Şan û Şohretê tê. Her çiqas xalnîşan a Sermayeya Sosyal meşhuriya paşeroj û rojane be, pêşeroja wê ewqas bi xurtkirina têkiliyên xwe û yên sermayeyên aborî û sosyal e. Hêza nav û nîşana kesan bi hêzên aborî û tora têkiliyan zêde dibe.
1.1.6 : Sermayeya Çandî (Kulturel), her awa pêkaniyên hêzgirtinên ku ji perwerdeyê tê ye. Ew herî pir bi asta perwerde bûnê, zanin û bikaranîna zimanan ve girêdayî ye. Wek her formên din ên sermayeyê, ev jî bi xurttir kirina têkiliyên xwe û yên din dibe çavkaniya hêza mirov.
1.1.7 : Her çar formên sereke bi hev re û bi prensîbên gelemper ên sermayeyê ve girêdayî ne û çiqas bên zêde kirin, ewqas rêbaziyên berhevkirinên sermayeyên din û hêza civakî bi destê mirov dixin.
1.2 : Mirov di civakan de, di xalên cûda yên der û deman de ji hev cihê bi cîh bûne.
1.2.1 : Her civak, bi taybetiyên xwe, kêm zêde di bin bandora Pergala Glober de jiyanên xwe didomînin; mirov di hundirên civakan de bi heman awayî.
1.2.2 : Her civak, bi pergalên normatîf, û bi yên pratîk, bi saziyên xwe pêkaniyên kirinan ji mirovan re vedikin û di heman demê de der bi der li wan rêyan digirin û dibin sedemên nakokiyan.
1.3 : Pêkanî û nakokî, Tifak û îhtîlaf; ji bona jiyan kirinê, hêzgirtinê, comforê, berhevkirina sermayeyan: jiyan û têkilîyên mirovan bi van dikotomîya wek hevir ji şiklan dikeve şiklan. Hemdem û Hemgeh, Cihan li ser hevsengiyên, astengiyên û nakokîyên xwe digere, diherike.
Comments
Post a Comment