Aşînahî
Bauman dibêye aşînahî dijminê zaninê ye. Ramanekê kûr û bi wate; mirov dema hinek li ser bînahiyê lêdikole mirov fehm dike. Ajalên nêçirvan dema dertên nêçirê xwe li nav pûş û çêreyê vedişêrin, bê hereket disekinin û çêrandin û hereketên nêçira xwe temaşe dikin. Di vê mînakê de bûyerekê fêrker heye. Nêçir tevdigere, hereket dike, berê wê, kêleka wê an pişta wê dikeve nêçirvan. Nêçirvan bir rengê xwe yê dişibe puş, bi sekna xwe ji hola bînahiyê radibe, di kurtedemek de tunne dibe. Nêçir obje ye, nêçirvan subje ye, nêçir lawaz e, nêçirvan xurt e, nêçir nezan e, nêçirvan zana ye... Û vê dîkotomiyê ji tersbûna halên wan dizê. Ewê ku hereketê dibîne, pê dihîse li ser difikire, fikr û pêkaniya kirinê vedike. Ewê ku ji hereketê ne haydar e nezan e. Xezal aşinayê bêtevgerinê ye, şêr li benda derfetê ye. Li çavên şêr binêrin, ew li pêşiya serê şêr in, yên xezalê li kêleka ser in. Xwezayê wan li gor vê prensibê ava kirîye. Şêr rast e rast bi pencan xwe diavêje ser xezalê, xezal li aliyê din...