hovane, derînsanî ango xirabmalî
Fîlozofê Sloven Slavoj Žîžek, di pirtûka xwe ya biçûk a bi navê "Hûn Bi Xêr Hatin Antroposenê" de Sermayeyê wek çavkahniyeka di têkîliya dîyalektîk a di navbera mirov û xwezayê de dizê, di çar beşan de kategorîze dike: 1) Sermayeya Fînansî (çavkahniyên li dora karkirin û vegerîna pere digerin), 2) Sermayeyên Mamûl (yên ku ji îmalatê û hilberandinê tên ava kirin; xizmet, maşîn û meta) 3) Sermayeyên Xwezayî (Neft, Gaz, Elementên Nadîr û hwd.) û 4) Sermayeyên Beşerî(Mirovî) (Hêzên kedkar, civakî, hişmendî, û qabiliyeta organizebûnê). Bêguman evan sermayeyan dibe ku bikeve binê du Sernîşanan: Sermayeyên ji 1) hêzên xwezayê ava dibin û yên ji 2) hêzên mirovatiyê ava dibin; yanî di analîza paşîn de tablo tabloya dîyalektîka mirovatiyê û xwezayê ye. Ev têkilî, bi pêşvaçûn û hêzdar bûna sermayeyên mirovatiyê îro me li serdemeka bi navê Antroposen tê nîşan kirin qewimandi ye. Û li gor zagonên (qanûnên) dîyalektîkê, sînorê sermayeya mirovatiyê çiqas berfireh bibin, yên xwezayî di hema...