hovane, derînsanî ango xirabmalî

Fîlozofê Sloven Slavoj Žîžek, di pirtûka xwe ya biçûk a bi navê "Hûn Bi Xêr Hatin Antroposenê" de Sermayeyê wek çavkahniyeka di têkîliya dîyalektîk a di navbera mirov û xwezayê de dizê, di çar beşan de kategorîze dike: 1) Sermayeya Fînansî (çavkahniyên li dora karkirin û vegerîna pere digerin), 2) Sermayeyên Mamûl (yên ku ji îmalatê û hilberandinê tên ava kirin; xizmet, maşîn û meta) 3) Sermayeyên Xwezayî (Neft, Gaz, Elementên Nadîr û hwd.) û 4) Sermayeyên Beşerî(Mirovî) (Hêzên kedkar, civakî, hişmendî, û qabiliyeta organizebûnê). Bêguman evan sermayeyan dibe ku bikeve binê du Sernîşanan: Sermayeyên ji 1) hêzên xwezayê ava dibin û yên ji 2) hêzên mirovatiyê ava dibin; yanî di analîza paşîn de tablo tabloya dîyalektîka mirovatiyê û xwezayê ye. 

Ev têkilî, bi pêşvaçûn û hêzdar bûna sermayeyên mirovatiyê îro me li serdemeka bi navê Antroposen tê nîşan kirin qewimandi ye. Û li gor zagonên (qanûnên) dîyalektîkê, sînorê sermayeya mirovatiyê çiqas berfireh bibin, yên xwezayî di heman demî de teng dibin. 
Mirov xwezayê dike sermayeyek beşerî. Lê ev ne ewqas hêsan e. Xweza bi qasî mirovatiyê dîn e. Dibe meydana alozîyan. Encam ev e ku, êdî hêza mirovatiyê dibe sedema buyerên xwezayî: Erdhej, lehî, xela, pandemî û krîzên klîmatolojîk û ekolojik. Mirovatî, di antroposenê de faktoreke jeolojîk e. 

Ji dema Žîžek pirtûkê nivîsandiye ta aniha, bêguman pêvajoyên bala wî bixwe jî kişandine hene. Ya herî girîng ji wan pêvajoyan derketin û belavbûna hişê çêker e. Hişê çêker, hişmendiyê bi ser qabiliyeta mirov dixe û potansiyela hilberandina hêzên mirovatiyê bêtir zêde dike, ango, potansiyela kêmkirina ji xwezayê bêtir dike. 

(Dibe ku bi şêwazekê din bê bikaranîn û têkeve xistina xizmeta fikrên ekolojîk jî, lê ev potansiyeleke qerisandiye. Ji ber ku gerîn û bikaranîna wî bi piranî di destê artêşan de ye, û di xizmete klîkên polîtîk yên global de ye) 

Žîžek di konferans û gotarên xwe yên dîtir de behsa tiştek din jî dike. Teknîk çiqas bi pêşve dikeve, mirov ewqas ji sehneyê dertê. Êdî ji têkiliyên zayendî ta birêvebirina şaredariyên bajaran, ji hilberandinê ta şerrên giran, pirran tişt bi destê otomasyonê tên meşandin. Otomasyon qumandayê bi tevavî nagire lê dibe hevpar. Di vê atmosferê de, pêşve xistina dernîşankirina cihanê jî her nutika li ruyê erdê dikeve menzîla çekên otomatîk, mûşekên balîstîk û bombeyên nukleer. Hem di kontrolê de, hem di hedefê de êdî ji mirovan bêtir sermayeyên mamûl hene. Ev ne bes e, mirov ku xwezayê kiribû sermayeyek beşerî, dibe sermayeyek xwezayî, bi çêkirina xwe li ber deriyê tune bûna xwe û giyanîyên cihanî yên din e. Her tişt tevlihev e. Ev balkêş e.

Žîžek di pirtûka xwe de mînakek ji nifirek Çînîyan dide: dema yek ji yekî din pir aciz bibe, dibêje "ez hêvî dikim tu di serdemên balkêş de bijî". Nizanim ev rewşa balkêş li çînê çewa hatiye bi nav kirin, lê di kurdî de "xirabmalî"  ye. 

Comments

Popular posts from this blog

Nelik/Kimlik Labirentleri

Aniha û Li Vî Derî